Sare
Lê sare sare
Dilêmin girtî pûke
Xeber hatî ji orta şevê
Nazliyamin dibê buke,
Lê zalimê anê tû vê înadî neke
Kederê herdu delal a bike.
Bira bişevûtê çemlig û deyşta Suruçê
Dumanê xwe rabê erşane
Lê keçê, Reb'ê alemê
Kî sedemê, şa nekê bi tû kesane.
Lê va salê şeşane heftane
Perê min nemayê min dayê dixtorane
dixtorane ji min re got, va derdê te derde kî pirrî girane
Dermanê xwe mayê li axa ne
Lê de bira bişevûtê çemlig û deyşta Suruçê
Dumanê xwe rabê erşane
Lê keçê, Reb'ê alemê
Kî sedemê, şa nekê bi tû kesane.
Kayıt Tarihi : 23.12.2012 18:17:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)