Şara Xwe Veke Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şara Xwe Veke

Ez virim tû jî wirî
Rebenoka diliê min
Rê dûre,roj jî kine
Êşe,jane li ser min
Xeyalê te tim ba min
Sebra nav dilê min
Payîze,zivistane …
Gul venedan gula min!

Ez qurbana porê reş
Şara xwe veke bo min.
Xemna min de şikilê te
Şeva min de şemala te
Tu ronahîya dilê min
Tu delal tu yarê min
Ez dîl,kole li bo te
Dilê min de navê te

Ez bîr nakim bîr nakim
Canê min te bîr nakim!
Tu jî li min bîr neke
Bêbexta min şa neke
Wê dilê min qul neke
Hestê min jî qut neke
Porê xwe berda berde
Morîya bi ser ve veke
Bejna xwe jî xweş geşke
Neyarên me behecîne
Koma wan biteqîne.

Dil min birîn,dil min kul
Ez li vir cîhkî pir dûr
Xerîbî,şewat,agir
Ez birîndarê ber şûr
Welatê min tu pir dûr
Tu wêderê bi zozan

Li ax ez ser li bûm
Bibişire,bikene
Stêrkê nav şevanî
Bibiriqe axa me
Ronahîya siba me.
Tu pêşeroja me de
Roja ser ala me
Welatê me canê min.

14.07.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.7.2008 18:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Hasibe Atiş
    Hasibe Atiş

    NE YAZDIN AMCA OKUYAMIYOM Kİ YORUM YAPİİM GÖRÜNÜŞÜ FENA DEĞİL..

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu