Salveger Şiiri - Şahabettin Işık

Şahabettin Işık
28

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Salveger

îro salvegera rojbûna min
Hawar û qîrîna te ye

Tu gelek bi lez bûyî
Te li peyî xwe kudand
Te xwe sivikkir
Barê xwe danî

Me jî derd û kulên Dinyayê col girt
Em li xwe re bûn şivan û gavan
Piştre berxvan paştre jî golikvan

Me damezrand desthilatek ji jehra maran
Li ser xîmên bav û kalan
Te dît

Te li peyîxwe kudand
Tu bi lez bûyî

Ji te re mizgînîyek bi xemgînî
Rihana pîrika me ya destbiçûk jî mir
Dû wê Hisnaa bi sê denga gazî dikir lê lê Besra yê
Leşkerên dujmin li çîyayê jorin jî

Ji te re dua kî bixwînim
li ser kêlikên te ên wendabûyî de
Sond bixwim li ser misefa reş

Tu bêje amîn

Şahabettin Işık
Kayıt Tarihi : 24.4.2025 22:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!