Salane Ez Neçarim Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Salane Ez Neçarim

Ez ketim nav derdê dil
Serê min de sewda ye
Gula min, bihara min
Hedûra min nemaye

Tu zanî ez jî zanim
Felek me re nemerde
Haydê were li ba min
Bê te min re roj derde

Ez ketim derd û xema
Hişê min de sewda ye
Xanima min, canê min
Sebra jî min nemaye

Derdê min jî girane
Dîsa li min qarîne
Emrê min, bihara min
Min, bi xeman pêçane

Dilê min pak û safe
Salane ez neçarim
Qet haya te min heye
Ez şewîtîm, sincirîm

Mehmet Çobanoglu
04.03.2019
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 4.3.2019 17:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu