Piştî te qebrîstana bînavdeye hebûna me
Arê newrozê tê ser bedenê me
Di şewit û di perîte welatê me
Te por spî kir ji ber rengê gelan
Zîndanên tarîde te stêrka aşîtîye deran
Te Helbesta azadîye nivîsî ser deştû gelîyan.
Rojên germ ava bu ser axa şehîda.
Gelê me tevre şîyar bu ber dîroka Egîda..
[Türkçesi]
Sensiz, isimsiz mezarlıktır varlığımız.
Newroz ateşi yükselir bedenimizde
Yanıp tutuşur ülkemiz.
Saçları kırlaştırdın halkların rengi uğruna.
Karanlık zindanlarda barış yıldızı olup parladın.
Dağlara taşlara özgürlük şiirini yayınladın...
Elbet sıcak günler doğacak şehidler toprağına
Halkımız artık uyanmıştır yiğitlerin tarihine....
Şiirin orjinal ve Tamam’ı...
Dilê me bûye tîrêja Amara
Di dîroka hemdemî de
Te reh berdan li kûrahiya Tamara...
Çavên te yên qehweyî jîyana me ye
Dema rûyê te keyfxweş dibe
Gelên bindest dîsa jîn dibin
Eger tu ne kenîya
Navê me jî wê tune bûya
Emê herdem bê can û bê rih biya
Rojên me reş û tarî ma
Li kolanên Kenya
Hogir û dijmin eşkere bu
Li hemû cîhanê...
Piştî te di qebristana bênav de ye hebûna me
Arê Newrozê tê ser bedenê me
Di şewite û di perite welatê me...
Li ser çîyayê bê sînor
Nav dilê welatê çar parçe
Nalenala dayîk û gûndîyan
Tînin bîranîna komkujî ê Romîyan...
Weke teyrê baz dikim qêrîn
Da banga aşitîyê bilind be ser asîmana.
Şkefta tarî û zinarên nav û deng.
Qûncika dilê xwede me veşartî
Me kolandîye ser evîna xwe
Kenê serokê hemû gelan..
Ew qêrîna şehîdan bû
Weke Egîd û Mezlûman bû
Pir dayîna ser Kurdistana bindest.
Hêstirên çava weke behra Wanê
Diherike mîna Firat û Zapê
Te por spî kir ji ber rengên gelan
Zîndanên tarî de te stêrka aşitîyê derand
Te helbesta azadiyê nivîsî ser deşt û gelîyan.
Rojên germ ava bû ser axa şehîda
Gelê me tevre şîyar bû ber dîroka Egîda
Çavên me bî yê ronahîya Kurdistan
Şêx Seîd û Seyît Riza re maye hêvîstan
Derd û kulên me evîndariya welate
Beko dîsa ji bo îxanetê de xebite
Eşqa Mem û Zîn li heyîna te de xelate
Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî
Seydayê Cegerxwîn heta Şêrko Bêkes
Çîroka kurdhezî awaz kir mîrê me
Çanda Kurdistan ser cîhanê kir nav û deng
Bê te jîyana me as
teng kirîye ey serokê me...
Kayıt Tarihi : 18.5.2014 03:59:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!