Givara min rûkena min gizingê berbanga min
Ew kenên te pir xweşin mîna gulan vedidin
Tu rindî tu bedewî wek deştên welatê me
Havîna min keça min tu kenekî bide min
Berxa min karika min gula ser Munzur ê
Awiryên te pir germin wek roja azadî yê
Ez kalim tu ciwanî dilê min nevîya min
Lê kubarê delalê keça Kurda Havîn’ê
Kewa min kewoka min keça min bimeşe
Mafê xwe biparêze dilawer be rûmet be
Xezala min aska min havîna min ez qurban
Qedirê xwe bizanibe her dem efendî be
Gul, kulpik û gulîstan, şekir, şêrin, hingivê
Ez canê xwe bidim te delala min lê keçê
Tu biçûk kî mezin be bixweîne şoreşger be
Têkoşîna gel geşke nezanan jî bîne rê
Xirinkê û çavreşê dêmên te de gul hene
Ez qurbana bejna te bikene tene tene
Her tim bireqise ser her lingan şeng û şaî
Welatê me jî dûre navê wê Kurdîstan’e
02.11.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 4.11.2010 12:32:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!