Rûberê Cîhanê Kul û Azare

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Rûberê Cîhanê Kul û Azare

Xwe bi wusa hilneweşîne, dumana çiyaên hêşîn
Ez te hezdikim wek hezkirina Memê Alan
Ev armаncа dilê min tu yî
Ew sedema heza min jî
Tu yî
Were ez benda wan çavên te me
Ji nav de hêvî û ronî tijî
Ev gav
Ji mirinê dûr e
Û
Nêzî sibe ye
Were
Em bi hevre bêhn heldin
Tu bibe azadî, ez jî bibim evîn
Tu bibe av
Ez jî bibim ax
Tu
Tu buyî xwezayî
Ezj jî
Bi heyran û heyran te sêrdikim
Bi ne zordaran
Ji ne mar
Û
Ne jî dûpişkan tirsa me tune
Ez karkerê xîret ê me
Tu jî rasteqîna hewldana bindestanî
Can, tu dildarê rêwîtî ya ronahîyê, evînîyê, rizgarîyê yî

Xwe, bi nîvê şevan biparêze, wek çeman û robaran
Biherike neweste, bêdeng nemîne
Bêdengî mirine
Ezman bi xemgînîyê reştarî ye
Rûberê cîhanê
Kul û azare
Ewr digirîn
Şev hirivî, derdor ji pir tarî ye
Ba jî li me asê ye
Tu ew agirê serefirazîyê
Bi rût û tazî
Tu xwêdana kedanî
Bi tim jiyan tijî
Tu tova bin axê yî
Li berve roj
Germ û kamdar
Sor, gewez
Ronak û geş
Şîndibî
Tu
Bi adanîyê diderizî
Li derizandina te
Hêza şoreşe
Text û qesrên keyan
Koşkên mîran
Hildiwşîne
Evîn li te ve aj dide
Berxweda û serîheldana gel
Ji faşîstan re xofe
Her bişirên te
Roj û ronahî ye
Tu bêrîkirina herî mezin
Û herî girîngî
Tu
Eşqî
Û
Evînî
Birçîtîyê, bêavîyê, xizanîyê de qêrîna te heye
Barandina şilîyê, hilatina rojê, tesîra bahozê de tu heyî

Amadeyîya bihara bindestan, berxwenekeve, mereq neke
Bi ser jan û êşa dilê te
Ez sondixwim
Çirandina tarîyê
Nêzîke
Evîn şahide
Dil şahide
Ronahîya çavê te
Şefeq
Dilê te
Pola
Xwîna te
Cane
Veguhuranina gula gevez
Hebûna te
Xelate
Me alîkî şevê nixumand û mixabin alîk ma
Ji bo wî, me pêtala azadîyê vêxist, bêrawestin em tev bimeşin

Mehnet Çobanoğlu
01.04.2022
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 1.4.2022 23:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu