em di wextek xelet de hatibûn afirandin
asîmanên tarî, şevên bêdawî ,sibehên qarbon monoqsît para me ketin.
Mirinek bê hempa bû, mirina gelêmin.
em dikenîyan,xweş bû kenên me
lê em bê niştiman bûn.
-rastî rosîda wek te digotin mirovek bê niştiman ji her alîyande histû xware
tenêtîyek dêrîn me pêça bû li bedenên xwe yê çarmixî…
Çiqas xeyalên me yê reng esmerî hebûn û dîsa jî gelawêj li rû yê meyê esmerî
nekenîya
li me nebû xwedî.
Stêrka kû me ji bo evîna xwe hilbijartî bû jî tenê têra evîna me nekir
li ser me vêneket…
-ne sûcê te bû rosîda xayînên stêrkan li me vêneketin
Erdhêjek bê emrê yezdan çêdibê di hindirê minde
birînên minê dema kû tû didîtî ji kêfan difirîyan hêlînên xwe cîda hiştin û koç kirin
hil nehatin di hindirêmin de
hil nehatin rosîda…
bi zorê hînê wan bibûm delalê,
ew dîyarîyên te bûn jiminre
Xwezî rosîda min kezîyên te yê zêrîn têxista gerdenîya histû yê xwe.
Û min bi wan kezîyan xwe bi sêpê ya dilête ve daliqandana.
Û di dilêtede bimirama
bila bêhn bikevta laşê min ,û di ezmanên hindirê te belav bibana
hedî hedî bedena te dagir kiribana.
lê em di wextek xelet de hatibûn afirandin
mirênên me bê hempa
Û em bê niştiman bûn…
Belê rosîda van hemûyan bi destên yezdan pêk nehat
Ji ber kû ez dizanim yezdan dadmende…
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 00:59:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!