Roşan Şiiri - Ziza Rumas

Ziza Rumas
36

ŞİİR


6

TAKİPÇİ

Roşan

Êş û kulên vî zemanî
Ji kîjan dem ma mîrate
Ji çi kanî çi ramanî
Der bikim da xelas ke te

Ka hezkirin ka dostyarî
Ne li kolan ne li dilan
Dorhêl kift û hew neyarî
Her ji minan hem ji ezan

Ji keser û kulên zeman
Bûm derwêş û dînê dinê
Vîn û hêvî bê xwedî man
Roj ne cuda ji ya dinê

Aqil ji bar li ser milan
Bû jêder û mala tirsê
Çaxa ku çû bigir dîlan
Roşan li te da xelasê

10.10.2015
Silîva

Ziza Rumas
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ziza Rumas