Îro pênûfsam birîndare,
Lê tu ji min dixwazi Ku binîvsim,
Beje Ronya ez kîjanê binîvsim;
Hêsrên dayîkan?
Qerînên zarokan?
Hawara keç û xortên dest hinekirî?
Ez kîjan kûl û kederên welatê xwe binîvsim?
Ez kîjan birînên Kürdistana xwe bînim ziman?
He Ronya ?
Beje min ku ez çi binîvsim
Bila rêzên min bigêhje cem Xweda
Û ez çi binîvsim ji van xayînèn dest dane destê neyaran?
Dev ji min berde Ronya.
Û goh bide lorîna Kurdistanê;
"Ezim sorahîya dîrokê ;
Ku dîrok bi xwîna min hatîye şuştin.
Ezim hawara dayîkan ;
Ku zarokên min qet mezin nabin.
Ezim axa di binê bombebarana mirinèda.
Dengê min naçe xwedîyê min
Ku çawa biçe wê Cîhanê?"
Doho Halepça min,
Û Roboski, Cîzîra Botan...
Çikasî bejim û kîjan bejim
Ku tu îro hawara Efrînê bibîsî.
Dîsa jî destê neyar li ser singa min,
Perçe perçe dike wî axa min,
Xwîn diherike wek kanî ji laşê min,
Û tu ewqas bê dengê, çi tu çi dijmin?
Kayıt Tarihi : 24.3.2018 14:43:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!