pelkên êşa bîranînan
ji nava kezeba min ya peritî
dişeqin
masiyên wîjdan
di gola xwîna xiyanetê de
xeniqîn
çem û kanî
di kul û keserên jiyanê de
miçiqîn
ken û şadî
li nav zilma çaxên hovane
qurifîn
stêrkên bajarê bêxwedî
di xemkêşiya demsalên min de
nalenal in
xerîbiyê
kindirê tenêtiya salên perîşan
li stûyê min
aland
sîngê asoya rengîn
di dîroka koçberiya şengalê de
qelişî
çûkên asîmanan
li bêçaretiya qedera rezîl
lal bûn
qûntarên çiyayên serhildêr
xwîn vedirişîn
miriyên goristanan
di qêrîn û hawara dayikan de
hişyar bûn
teyrikên bihuştê
di derbideriya min de
porê serê xwe
rûçikandin
xweza ji hêrsa xwe
toza naletê li rûyê mirovahiyê
dibarîne
li navbera sînorên parçebûyî
hêsirên çavên reşbelek
diniqutin
kulîlkên çiya û baniyan
di devê xençereke gemar de
reng avêtin
tahma kêf û aramiyê
di guregura ewrên şerê qirêj de
tehl û tirş bûn
xêrnexwazan
li berbangên temenê mesûm
kemîna qeleşî û bêbextiyê
vedan
hezkirin û bêrîkirina rojan
li min herimandin
xewn û xeyalên şevên bêdeng
ji min dizîn
rastiya ramanan bi sêdarê ve
daliqandin
dîwarê duristiya dilê pak
hilweşandin
çira henasa giyanê min
vemirandin
bilbilê baxçeya gulan
di birîna awaza xwe de
fetisî
xwedawendên dilovan
li eniya xwe şara reş
girêdan
ez
hê nejiya me
berî hatina min ya dinyayê
di jana arzûyên ehmeq de
mir im
2014-10-10
Stockholm
Kayıt Tarihi : 20.1.2016 14:31:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Xizan Şîlan](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/01/20/rondiken-aso.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!