Rojên Borîn
Rojên borîn min ne jimart,
Xweşî û reşî, tevlihev borand,
Kalî xwe li min karkir,
Xortanî mala xwe bar kir...
Min rûmet neda rojên xweş,
Roja xortanîyê çû ava, bû şevareş..
Por tim sipî bû, ma tayek reş,
Kalî ketîye liser, bı xêr û xweş,
Berî heyfa xwe bînî li rojên borî,
Pêşîya xwe binêre, tu ne korî..
Dilo tu dîsa ew dilê har û torî,
Tu dikarî li herkesî biborî,
Nesekine hêvîya qedera xwe,
Her tişt qenctir dizane rebbê jorî
Kuşadası, 22.02.2007...
Kazim ÖzdemirKayıt Tarihi : 2.7.2011 01:04:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!