Bo xatirê hemû Kurdan;
Çeng bi çeng û devbiken,
Biriqên stêrkan ser min de hatin rijyan,
Wek keskesorê biharan bi şewlî
Xweş bi xweş bi heft rengan.
Qêrîn û hawarî gazî kir,
Bi şaî bi şengî,dilşahî û hewldaî…
Wek serîhildana azadî,
Mînan kolîlkên ser çiyan bi min re bişirî!
Wek keçekên çarde salî,
Bûkekên rû bi xêlî…
Xwe nav dilê min de berdan
Bêkêmasî xemlîn,
Mîna şervanên çelengî û delalî…
Şoreşgerên berxwedanîn.
Pêlên berbangan ser min de rêz rêz coş bûn!
Nav mijangê min ê tîr bi tîr de,
Hûr bi hûr û renga bi reng
Xwe li ser min de berdan;
Li ser dêmê min ê qemer de
Bi şilî û barînî bi adanî...
Germa xwe da ser dilê min
Mîna germa Newroz’a Siltanî!
Eşq û evînî bi dîlanî û jiyanî bi hebûnî.
Devdevî sibê û asoya berbangê,
Ronahîya diyarê me…
Şilf û tazî li min hat xuya,
Xwe ser bedena min de berda
Ket nav bîbika çavê min,
Germahîya xwe da dilê min;
Wek heza me wek bendewarîya me
Ê bo Kurdîstan’a me!
Bû evîna min.
Pêtalê azadîya me ronahî dide,
Vek ronahîya rojhilata me wek roja me;
Êdî xelaz dibe rondikên ber çavên me
Tarî û şev diçe û ronahî dibe dora me,
Roj bi roja daxwaziyên me
Geş dibin û gur dibin,bihêz dibin…
Mîna pêşerojên netew’a me
Mîna têkoşîna gelê me!
Mînan cengawer û şervanên me,
Mîna dijrabûna me Kurdan ê bîst û nehan
Roj vedide bilq vedide hêzên gelên me
Bi serdapê ronahî dibe axa welatê me
Kurdîstana gelê me.
Çi dibe welatê me dijî Ereb û Ecem û Tirkan.
Roja me hat xuya şên bû kesera dilê me.
26.08.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 28.8.2010 20:54:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!