Erê roja min,
evîn û hesreta min,
Ferdews ji bo te war be!
Dil ji te re
xweş xelat be.
Ji kevin de tu xwedayî.
Nazik û
Şêrînî.
Dil sozî,
dayîk û dermanî.
Li ber çava tim diyarî
Ji min dûr ne keve!
Li ser kevya lêvan
zerdexene ne man
Firmêzk bersiv didin,
çava tarî dike.
Ji bo te,
gûldanan dixemilînim,
nesrînan diçînim,
û bi heskirina te av didim.
xewinên min jî tim roje,
Tenya wê dibînim,
ji şevê ditirsim
şefeqa sibehê radimûsim.
Landika teya,
Li dûrim
weke bilbil xemgînim.
zarokim dil birînim.
ji bo min te lorand,
niha jî ez di lorînim.
çavê te li rêye,
rojan dihijmêrê.
weku selewatên paş nimêjê.
her yekî dikî morîkeke
gerdena sûkra xwe.
Libenda minî,
li şûna bê xwedî.
Dizanim ne xwendeyî,
lê bi pirtûrk û nameyên toz girtî re şadibî.
Bi asoyê sibê re bendewarim,
Serî ji rojê re diçemînîm,
lê bizane,
tû tenê roja minî.
Roja min
Kayıt Tarihi : 29.3.2004 22:09:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!