ROJ Lİ BO TE XEMGÎNE
Çima bax û baxçên ser te zer bûne,
Çima çem û newalên ser te lalin,
Çima derdê te wusa pir girane?
Kew û kevokên te hev re dinalin
Bi îskeîske em bo te digirîn,
Wî welato dîsa li te dûmane…
Jiyan nema ye jiyan xira bûye,
Çi heyfe deman ji bo te yemane!
Li me Kurdan re feryad û fîxane!
Dilê me dax kirin goştê me hêrandin,
Xwînxwaran dîsa em perîşan kirin,
Mal û banên me bi hev re hilşandin.
Welato roj li bo te pir xemmgîne,
Neyarê te jî zehf hove zehf weşe;
Daxwazîya me azadîya te ye
Jîn, jîyan û evîn bi te ve pir xweşe.
18.04.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.4.2016 17:56:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!