Roj Çû Şiiri - Mehmet Şerif Ekici

Mehmet Şerif Ekici
153

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Roj Çû

Veşirî sîya li pey min,
Darekî mazî ket,
Ket ser sînor ê dinava,
Axîn û bêrîya min

Roj çû!
Di tewlê da hespekî di şîrîya,
Karikek di gidgidî
Û
Seyek di bezîya,

Roj çû!
Neçe roj!
Way sîyek ji ber esman,
Ji pişt vî girî,
Ji pişt min,
Ji pişt evîn a min,
Roj çû…

Roj çû ji bû min,
Rojên li dawî…
Baş bin ji bû te...

Tayf hat ji jor,
Tav da,
Hîv da,
Ez û wê qemirîn,
Li ber tavê,
Li ber hîvê,
Û
Çû...

Tav û sî,
Roj û hîv,
Roj çû,
Ew jî
Çû…

Roj çû,
Ge tav ge xunav,
Xunav bi helbest,
Tav bi stran,
Belê
Roj çû…

Melle di bangê da,
Meyxwer di meyxanê da,
Lê belê roj çû..

Emrê xemgîn
Û
Bêrîya evîn
Çû…

Roj ji bû min
Û
Te
Çû…

Mehmet Şerif Ekici
Kayıt Tarihi : 3.9.2013 00:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Şerif Ekici