Roj Çû Ava Zû Were Delal

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Roj Çû Ava Zû Were Delal

Roj çû ava, ma tu ku mayî delal?
Heyîna te, hebûna mine delal
Bendê te me, were dereng nemîne
Awirên te ji, min re jiyane delal

Roj çû ava, ma tu ku mayî delal?
Ji bête, her tişt min re are delal
Bête jî, jiyan min re tip û tale
Min bîr nekî, min nekujî ey delal

Roj çû ava, ma tu ku mayî delal?
Heyverona şevan, gul dilan delal
Çawreşa min, devkena min, rûkenê
Ketim berbextê te, zû were delal

Roj çû ava, ma tu ku mayî delal?
Bi hêdî, hêdî şev nêz dibe delal
Were paşila min û hembêza min
Tu kulîlka nav dilê minî delal

Roj çû ava, ma tu ku mayî delal?
Bê te jiyan min re mirine delal
Lê evîna min li min dûr nemîne
Min bi tenê nehêle were delal

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.8.2019 12:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu