Rîsale-i Nur Şiiri - Mehmet Tahir Deniz

Mehmet Tahir Deniz
6

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Rîsale-i Nur

Bexçê zanistêye, fêkîyê wê pir xweşin,
Dest bavêjinê, jê bikin bixun,
Li ser bi fikirîn, tenê nexun,
Mifteha gerdûnêye Rîsale-i Nûr

Ji Qur’an a pîroz fêr distîne,
Ji bo xizmeta imanê zehmetê dikşîne,
Li hember Komonizmê xebat dimeşine,
Mertalek bi hêze Rîsale-i Nûr

Ayetên Qur’an ê gelek vedike,
Wek dûrbînê ma’neya nêz dike,
Naskirina Xwedê Te’ala hindike,
Tefsira Qur’anêye Rîsale-i Nûr

Deryaya ‘ilmêye çi pirs hebin bi pirse,
Dîrok şahide ji pirsa qet natirse,
Nivîskarê wê qehremanê Nûrse,
Kanîya Nûrêye Rîsale-i Nûr

Domandina xwendinê wate vedibin,
Aqil, dil, giyan û sir jê têr dibin,
Heta ji we were bixwînin, bixwînin,
Nûra Dilane Rîsale-i Nûr

Belav bûye li çar alîye cîhanê,
Zêde bune xizmetkarên Qur’anê,
Pêwiste em bi xebitîn ji bo imanê,
Dengê Îslamêye Rîsale-i Nûr

(01.01.2014)

Mehmet Tahir Deniz
Kayıt Tarihi : 11.2.2015 15:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Tahir Deniz