Were xezala bêkes,
Were sêwiya hesreta hezkirina min....
ez bi tenê mam li vî bajarê kevir reş,
Kolan û kuçeyên vî bajar î xalî man bê te
Ez di tenehîya te de dinalim delalê
Tu...
Û tu mêvanên xewnên min
Dilê te ye xemla bihara min
kulilkên evîna min, di dilê te de dibişkivin
Were delalê...
Bê te hêlînê hechecîkan cemidîn li ser surên amede
Û çilmisîne kulilkên baxçeyên hewselê,
Were Xezalxanim
Were rindıka welatê dur
Were Evina Naw dilê min......were......
Kayıt Tarihi : 19.9.2019 13:00:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!