Rêzanê Me Apê Me Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2546

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Rêzanê Me Apê Me

Lo êrişkarê genî em zanin tu çi tewrî
Qeşmerê hiş neserî bicehme nebe tenî
Em rabûn li ser pîyan çor tekeve bikevî
War axa me Kurdan e rêberê me nikarî

Rêzanê me apê me bû dozvanê gelê me
Ew natewe seroke ronahî da roja me
Vegotinên me sehke nesekine vir here
Welatê me hêjaye wele ket nav dilê me

Felte felte nereyî em nartisin dengê te
Bêhenek em ser pêne emê jêkin serê te
Em şêrin em şervanin em dixwazin axa me
Zordestî nede ser me xopan be jîyana te

Lo wawîkê belqitî gurê boze bavê te
Û çû ava roja te şev û gemar para te
Em fersende nadin te êdî rabû gelê me
Serokê me hêz da me xofa me ket dilê te

Ev şerê azadîyê me gelan re mîrate
Dersîm Xerzan xweş şûne herêmek jî Serhate
Bin ketin tune bam e gelên cîhan birên me
Kurdîstan xweş welate Apo me re xelate

Mehmet Çobanoglu
06.10.2012
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.10.2012 22:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu