Rewşa Min Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Rewşa Min

Ez zelûlum ez rebenim
Derd girane ez dinalim
Dil jî xemgîn birîndare
Ziman jî min venagere

Ez evîndar û sermestim
Li êşe,jane ket dilê min
Dil jî kule çav min kore
Can bimirim welat dûre

Ez nexweşê li bêderman
Bijîjk,doktor,tabîb tunin
Wax birîna zor min kûre
Kêr dev goye can nabire

Ez çi bikim rewşa mine
Û diyar,welat dûrî mine
Pênivîsam min jî val bû
Lênûska min xelaz nîne

Ez heliyam dil kelîyam
Çolan,beja de bezîyam
Û betilîm pir westîyam
Yeqîn dikim û qediyam

Ez çi bikim kuda herim
Ez bibim ew çemê Erez
Dûkelên nav ewrê jorîn
Bibarim ser warê Qers’ê


10.06.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.6.2008 23:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu