Hatin dizîn xewnê zarokîya min,
komkûj bun,
bi xwînê dıhatin ber derîyên me,
nêrînên zelal dikuştin,
Ziman,dibu qinabê xeniqandinê,
Û bi wan re,
xalxalokên me jî tev firîyan ji ramusanên destê me.
Bi xizanî em tev mezin bun,bi bêkesî,
bi rondikê dayîkên xwe,
bi firoyê çêleka nu diza,
bi qatixê mêşina,
nexweşîyên mirov-dilerızand
Nîv-têr,nîv-birçî,
king tazî,histû xwar,
Bi êş,bi keser,bi xemgînî...
bê evîn,evînên bê dijber,
Û miradên tev di dilde mayî..
Niha em dimeşin mîna rêwîyê bê armanc,
Helbestvan gotibû;
'emir 35,
mîna Dante di navbera temendane'
Hûr hûr berf dibare cênîgên me,
Dil nîvço,hêvî sar,
Û barana çil-esir dibare ser kevirê gora
heval,xwişk,dê û bav;
tev hatin gorkirin,
Tavehîva Gûlanê...
Kayıt Tarihi : 6.11.2008 19:37:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!