Revaneya Evînê Şiiri - Ömer Demir

Ömer Demir
24

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Revaneya Evînê

Min diviya hez bikim
Te nediviya
Lê min hez nedikir
Te ji nû diviya
-te hez dikir

Min bawer nedikir
Tu li rêyan digeriyayî
Min bawer dikir
Tu ji rêyan vedigeriyayî

Min diviya te bibînim
Tu direviyayî
Min diviya te nebînim
Tu li min digeriyayî

Tirs li te peyda dibûn
Te ji min dipirsiya
Kul li te peyda dibûn
Te ji min dipirsiya

Te ji jiyanê hez dikir
Tu ji min digeriyayî
Jiyanê bêbextî li te dikir
Tu li min digeriyayî

Ne te ji min hez kir
Ne ji min geriyayî
Ne te dilê min geş kir
Ne jî ji min veqetiyayî

Niha tu li aliyekê bêdeng
Ez li aliyekê
Lê em herdu ditirsin
Hem ji xwe
-hem ji felekê.

2004-07-31

Ömer Demir
Kayıt Tarihi : 31.7.2004 08:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Demir