Reşoyê Silo Şiiri - Erhan Gündere 2

Erhan Gündere 2
44

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Reşoyê Silo

Kekê Remezan gazî min kir
go warê keko ez tera çîrokek bêjim
Min go Amadem ez kekêmin gohêmin ser teye
Go Her çirokek jî mera hezar dîroke
Axê û alê rind bizanibe diroka bav u kalê

Jî paşta ser telefonê da ser dengê apê Bekir
Go Apê Bekir ev stran jî boy reşoyê silo çêkir
Go digotin yêk çîroka rêşoyê silo deng parvekir
Ew hûnermendekî mêre heft gurçikê wî hene
her gotinê wî zêre zimanê wî şur û kêre

Em Sekinîn me gohdarkir porê serêm qis qisî bu
Apê Bekir dengbêjî got birînek ji dilda vekir
Go tivinga reşo fîşeng sor kir barut lê ne teqand
Tivinga wxe neda reşo, kurdê bê bext bê qiret

Reşo go Zeyno em teslim bivin çareke din êdî nema
Zeyno go ez teslim nabim ji boy te serêmin feda
Serê herd şêra jêkirin dane ber şur û qema
Ax felekê xayînê çi zalim buye ew devr u dema

Şêr ne Jin û ne jî mêre meznê me di gotin mera
Bîst roja lê dardakirin agirîyê, serê herd û şêra
Bajar bajar digerandin ser barê qantir û kera
Xeraw bû çiyayê agirîyê û mala şêra

Heyfa wan herd û şêra ketin destê wan xwin xwara
Jî boy wî miletê bê xîret û bin destê koledara.

05.11.2023

Erhan Gündere 2
Kayıt Tarihi : 9.8.2024 16:29:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!