Reşikê…
Çima îşev destên te
Xayin xayin hez dikin
Çima tu xayin xayin dikenî
Çima kulîlkên te
Xayin xayin bêhn didin
Reşê Reşikê
Porreşikê
Rûreşikê
Çavreşikê
Mijangreşikê
Ka bêje
Kî berxikên çavên te
Bazar bi bazar firotiye
Kî helbestên rêkirî
Şev bi şev kuştiye
Kî klamên hembêzkirî
Kêlik bi kêlik girandiye..
Reşê Reşikê
Tu reşik î
Xayintî ne li gorî te ye
Ka bêje
Kê tu êşandiyî bi dilê xwe
Kê tu xapandiyî bi peyvên xwe
Kê bi gunehên xwe
Gunehên te şuştine…
Oyy oyy Reşikê
Ma tu nabînî
Min hembêza xwe vekiriye
ji bo hêstirên çavên te
Ma tu hîs nakî
Dikarim
Her tiştên xwe bidim te
Dikarim
Wekî mirinekê te hez bikim
Reşê Reşikê
Dilreşikê
Rondikreşikê
Kenreşikê
De bêje
Çima tu wiha perîşan î
Bi perîşaniya xwe
Min jî dikî perîşan…
Helbest:Occo MAHABAD
Kayıt Tarihi : 27.11.2017 03:23:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!