Fedîzara'm te weha kir
Kesekî din gelek şakir
Lehî li nav baxê'm rakir
Reşe dinya'm nexweş e dil.
Gûlezara'm ji dest çûye
Teratî'yû fêkî çûye
Geşî ji vir dûrî çûye
Reşe dinya'm nexweş e dil.
Şevên tarî pir dirêjin
Ax û ezman hemî gêjin
Yek xweşiyê qet nabêjin
Reşe dinya'm nexweş e dil.
Ez Ferhadê Amarî me
Hiş û hizir tim tarî me
Bo êşên dil bi zarî me
Reşe dinya'm nexweş e dil.
Fedîzara'm qet tune ye
Tenê li xew ewna heye
Tenyaya reş warê meye
Reşe dinya'm nexweş e dil.
Kayıt Tarihi : 19.3.2026 19:49:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!