Kesk û sor,zera me
Rengè li ser ala me
Çi xweşî xwe şirînî
Teva vebû roja me
Kesk û sorî,zera me
Gula axa welatê me
Navberé te bû rojîn
Ronahî bû dora me
Kesk û sor,zera me
Bedewa ser ala me
Rengè te me şirîne
Mîna şîrè dèya me
Kesk û sorî,zera me
Qedir,qîmet roja me
Bo xatirè welatê me
Ro vede roj bide me
Kesk û sorî,zer li me
Tu xemla nav ala me
Hebûn,heyî canê me
Şeref,rûmet,soza me
Kesk û sor û zera me
Gul,gulpikê warê me
Miqat bibe vê ala me
Tu hebûn bo gelè me
Kesk û sorî û zera me
Rengé rîsyé pîrka me
Havîn,bahar û bo me
Tu bûyî roja gelê me
Kesk û sor û zera me
Heval,hogirê roja me
Em qurbana rengè te
Ket kincên xwîşkê me
Kesk û sor tu zera me
Bilind bûnan roja me
Tu bilindî berz bilind
Mina doza vê gelè me
Kesk û sor û zera me
Xèlîya ser è bûka me
Kefenè Kurd,şehidan
Kurdîstan’e evîna me
Kesk û sorî û zera me
Tu teqeta boy dilê me
Qiz û qort û gencé me
Te xistin nav paşilame
Kesk û sor tu zera me
Hilat bûna bo roja me
Wele bile sor gula me
Kurdîstane welatê me
03.04.2002
Yîldîrîm
Kayıt Tarihi : 4.12.2007 20:59:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!