Çima hûn şerefê hez nakin
Der dora xwe mêze nakin
Qulux kolelixîyê qebul dikin
Rabin ser xwe bîle âre
Nanêrin qîzu bukane
Canê heram gî li dervane
Hûn çun ser hawe wane
Rabin bile ji mera âre
Pêşta çuyîn rind senete
Hingiv şîrintir nîmete
Kolelixî boş xizmete
Rabin serxwe bîle âre
Em gî şêrbun bi zencîrbun
Pirîme egît wezîrbun
Gelek li me axa mîrbun
Rabin serxwe bîle âre
Em gî istur qehramanin
Em jî şêrê însananin
Naha çima li bin lingadanin
Rabin bîle ji mera âre
Kî li serxwebunê hez neke, ew ne Mislîmane
Hem bê dîn u bê îmane
Serxwebûn pir delale, ji wanra rind fîîle
Kî bike ehl-î kemale
Rabin serxwe gelê biran
Saqin mebin qewmê guran
Dîn erzan medine kafiran
Hişyar bikin bavu biran
Bavu biran hişyar bikin
Çeka li makîna bar bikin
Doza dîn û welat bikin
Kuçikan li nav xwe der bikin
Kuçikan li welat derînin
Bigerin hevdi bibînin
Hemêzê li hevdi werînin
Peşta çuyin pir delale
Hûn pir zuda xewda mane
Xelk pêşta çu hûn şunda mane
Histixar ber dîwara mane
Azadî sal tenê başe
Rabin serxwe hûn hişyarbin
Hem bi çek hem bi karbin
Li ser hev pir istixarbin
Zeman çu dibîye êvare
Çira hûn peş xwe nabînin
Her kes dawîya xwe dibîne
Hûn tim sefîl birçîne
Hem çu welat hem çu dîne
Kesek li we ne pêş kêşe
Hûn nizan keda we boşe
Kî li pêşe, kuru serxwoşe
Welleh emegê we boşe
Em gî di bin lingada mane
Me ne şeref ne welate
Boş betal em pir westîyane
Bese Rabin hişyar bibin
Em çar cîya parçe kirin
Dîn îman li me xela kirin
Zimanê me qedexe kirin
Çira hûn nabin hişyare
Tiştê Heq dayî qedexe nabe
Va nava li ser me ra nabe
Bê ceng pêşta çuyin nabe
Çira hûn nabin hişyare
Gelek li me zarîyê şêran
Xeniqandin bi kendiran
Em birin ser dînê kafîran
Çira hûn nabin hişyare
Dawîya mêrxasa lime hanîn
Destura bingehîn ji mera danîn
Qentûra şerîatê hilanîn
Hûn dîsa nabin hişyare
Jin kirne serwerê weye
Fedî bikin li dora xweye
Mebe dijminê qewmê xweye
Dengê îsraîl nêye teye
Em kirin hêsîr û qule
Dinyêda kirne yek pule
Ehl-î merd nabine kole
Çira koletîyê pir hez dikî
Welleh koletî ne başe
Senetê mêrkê qeleşe
Serxwebun gelek xwaşe
Çira li koletîyê hez dikî
Navême ne li tarîqaye
Li me kî di cemaatêdaye
Âlem derketîye erşaye
Kurdî hîn di bin lingadaye
Ti xwendinê dikî boşe
Kêfême pir ne xwaşe
Kes li me nebu pêşkêşe
Loma keyfê me ne xwaşe
Milletekî pir serxwebuy
Pêşkêşê însana gîyaybuy
Bin lingada ti wenda buy
Çira ti ranabî serxweye
Rabe bi ceng hem bi karbe
Milletê xwera bi yarbe
Ser qewmê xwe istixarbe
Bona millet fidekarbe
Bese êdî xwe damîne
Dora xwe xelqê bibîne
Xelq te li welat derîne
Baqilbe ti mebe dîne
Kayıt Tarihi : 15.11.2015 20:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!