Tu ti kesî tew biçûk ne dêre
Tu ne çiyayî kes ne newal e
Ka li dinyayê xweşik binêre
Tiştên xwedî canî bi zewal e
Bizane tu ne zêrî kes ne zîve
Berî her kesî her tim xwe bi pîve
Tu ne rojî kes liber te ne hîve
Tu ne bi temamî kes jî ne nîve
Her mirov ji eynî tiştê çêbûye
Ti kes ji vê dinyayê têr nebûye
Binêre ev war berê yê kê bûye
Yê ku hatî çûye bin axê bûye
Pir gelek mal bidê hev ka ji kî re
Yên mirî ma ne feqîr ma ne mîre
Ma gelo ne zarok û ma ne pîre
Wê cilek bimînê ji her kesî re
Ne poz bilind be li hinda her kesî
Mezintir nîne kes li ber ti kesî
Ji quretî nefs ti car nakê besî
Sûûda kesî ne wek ya ti kesî
Kayıt Tarihi : 30.8.2024 22:20:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!