Quling Şiiri - Mehmet Raşit Er

Mehmet Raşit Er
263

ŞİİR


4

TAKİPÇİ

Quling

Quling

Ez qulingim...
Nikarim êdî bifirim.
Pêr û baskê min jikestine.
Keti me xarê...

Êdî nabînim çîya ye Dersim'ê.
Êdî têem nakim ji avâ Munzûr'ê.
Nikarim bifrim li ser Sur a Amed'ê.
Mezrabotan gele Cizîr'ê...

Gula Sîyabend û Xecê êdî nabînim.
Birîndar ketim hevalêm tew çûn.
Nikarim bifrim li navâ xwîn xarâ.
Deşt ta Mûş'ê da li pêr ê Murad'ê.

Axxxx axxxx axxxx...

Êdî nabînim çîya yê Qêndîl'ê.
Êdî teem nakim ji kanî ya Zap'ê.
Nikarim bifrim li ser pira Heskêf'ê.
Çewlik'a şewtî û girê Sîpan'ê...

Êdî nabînim behra Wan'ê.
Êdî nagîjim ser axâ jînê.
Nabînim êdî heval, hogira.
Xwîna min dirêje ser kevir û darâ.

Gula Sîyabend û Xecê êdî nabînim.
Birîndar ma me hevale min tew çûn.
Xwîna min dirêje birîna min kure.
Li deşta Mûş'ê da li pêr ê Murad'ê.

Me ji hewdû xirakirin daye.
Me ji hewdû dur kirin daye.
Warê me hilşandin.
Gunde me şewûtandin.
Zarokên me kujtin.
Em bûn weran.
Em bûn talan.
Em bûn teyrên serê çolan.
Êdî ne dikarim bifirim.
Ne jî dikarim vî birîne saxkim.
Êdî nikarim bibînim.
Heval, Hogira.
Şîr ê xwe li min hêlalkê daye...

helbest: Mehmet Raşît ER
dem:2007

Mehmet Raşit Er
Kayıt Tarihi : 25.10.2012 14:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Raşit Er