Qulibîn Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qulibîn

Wax çûm Qers'a şewitî
Girên wê berf û duman
Qulibîm berve warê jêr
Qaqizman gul,gulistan

Ew Qaqizman'a şêrîn
Ax şên bû lo kulîlkan
Berx li dikalîn bilûran
Deng dihat qulungan

Refê Qulingê rehwan
Li jor de qarîn û qarîn
Digotin ax Qaqizman
Bax lo bexçê te şêrîn

Qulingê rehwan li jor
Hun betilîn werên jêr
Ez qurbana refên we
Û mêvanêm ez jî wir

Refê qulingan rêz rêz
Rê dûre ax nema hêz
Ez belengaz ax dikim
Deherin tev lez û bez

Qazman xweş şêrîne
Gulên wê jî pel pelîne
Quling çûn lo qulibîn
Welat me zehf şêrîne

26.06.2001
Qaqızman

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.10.2007 19:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu