Qîzapa min evîndarê bengînîm,
Derdê min giran e pir bêzginîm,
Bihara min qedîya, dem payîz e…
Sosin, simbil weşiyan ez xemgînîm,
Qîzapa min jîyan jî pir yeman e!
Bi dîsa ser çiyan mij û dûman e,
Bêwar, bêwelat î tim xemgînî ye,
Gul û kulîlkên baxê min neman e.
Qîzapa min baxên min rengîn neman,
Dil helîya dil bû şewat oy yeman,
Dest nedin, zêde dêşe birîna min;
Hêstirên min diherikîn wek çeman.
Qîzapa min ka konên nav zozanan?
Ka kar-berx û pezên li ser xozanan?
Bi hesreta dilê min gula sor e,
Ax gula min qetandin wan nezanan.
18.02.2014
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.2.2014 16:05:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2014/02/18/qizapa-min.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!