Berxê min were, were tu ku mayî?
Ax mij û duxan li ser te ranebûn
Lehî ya xwînê, êşê te qelibîn
Dil, kurçikên te jî bi tev xerabûn
Berxê mim, lawê min ez te têr nebûm
Ew xebera nexêrê min re xwandin
Ez qurbana ew bejn û bala te bim
Erdê sar û axa reş te bernadin
Ez bimirim lawê min ev çi rewşe
Qîrîn min bu girîn, li min bû birîn
Li min talan e, lo roj li min re reşe
Hewar ji berxê min re kefen birîn
Lo şerê serxwebûnê pir giran e
Heyvrona şevê qîr û qetrane
Ji min re axîn ji min re zarîne
Berxê min zinaran de ket metrane
Govanîya berxê min, bû ax bû şîn
Min re bû kînor û min re bû axîn
Berxê min nemire, hêvîya te me
Lawê min ez bimirim, neke axîn
Mehmet Çobanoglu
17.07.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 17.7.2020 17:47:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!