Qira Me Kurdane Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qira Me Kurdane

Lo dilo dilêmine bêkêf
Dîsa qir li me re rewa ye
Derdê me kula me zehf coşe
Me birçîbûn e me xela ye

Dilo dîsa kozir dibare
Li me haware me eman e
Neyarê me hove, xedare
Her der, me re mij e dûman e

Lo dilê min dilê bêxwedî
Ka dîsa ev çi şematî ye
Malên me jî dan li ber gulan
Gelên me re pir zehmetî ye

Lo dilê mine belengaz
Janek jana welat nagire
Baran e û gule dibare
Farqin’ê û Cîzre’ê agire

Dilê min dilê dijrabûnan
Qirîn û qijîn ket zarokan
Agir bikeve mala Rom’ê
Êriş da ser kal û pîrîkan

07.01.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.1.2016 16:08:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu