Qir Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qir

Hay hay wax hewar li me
Agir,şewat dûmane li me
Qirçe qîrça çek û topane
Bestan û Qendîl dûmane

Ax hay wax,hawar li me
Artêşa Romê qesasê me
Û ket bajar û gundên me
Ax li dagirand welatê me

Ax,wax li Gelîya Bestan
Ax şewat ket hemû dilan
Ka Cûdî li ax û ew zozan
Ka welat li ka Kurdistan?

Heyranê,can rebena min
Xayinga min û keça min
Havîn ax û gul gulistane
Xwîn diçe li nav dilê min

Gurre gurra tank,topane
Kale kala berx û karane
Agir barandin nav malan
Deşt û zozan me dumane

Ka welat wax ka niştiman?
Em dimirin ax Kurdistan
Dest avêtin li ar û şerefan
Li gule barandin zarokan

Qire,tevkuştin lo mirine
Şîn,şîwane,derde û kule
War dişewite lo şewate
Me şere,şer pir girane

Ka egîd û şêr,şervanê me
Gerilla,gel bav,biraên me
Qendîl,Cûdî,Elegez,Sîpan
Hemû jî tev dil û canê me

Qire û qire li boy gelê me
Ax û wax ka gelên cîhanê
Em Kurd'in ax em dimirin
Ka ku ma Kurdistan'a me?

12,06,20207

Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 10.12.2007 22:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu