Qileban Derd'e Me ye Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qileban Derd'e Me ye

Meheskin, palan lêxin Erdogan kerdogane
Devê wî de kefşîle ew neyarê Kurdan e
Mêzekin pir debenge kujtare û mêrkuje
Roboskî pêşe wî ye ew xişme,cerdevane

Qelaşî bendê wî ye, direyîn dengê wî ye
Dev,lêvê wî de girre curekî gembolîye
Kurdan re rê nahêle şevan, roşan dizûre
Agir xist nav Botan’e Kurd rabûn tim piyane

Nexşandin bi xwînê ve Erdogan endazaye
Roboskî bû gorîstan qetil bûn sîhşeş cane
Dilê me qesifandin dayikan nale nale
Agir ket nav dilane bi êşa me Kurdan e

Birçîbûn derdê me ye qaçaxî karê me ye
Ne gurin ne jî baye topên Tirkan ser me ye
Pisporê qetilkar jî Erdugan kerdugane
Dafilî bendê wî ye diewte mîna se ye

Qileban warê şîne pêş malan gorîstane
Agir berdan li jor de, fermanê Erdugan e
Tevkuştin sihşeş canin, şehîdên me namirin
Salane li me şere axa me Kurdîstane

Mehmet Çobanolu
29.05.2005
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 30.5.2012 22:57:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


30.12..2011 de Artêşa Tirk a ku berê jî gelek caran gundên Kurdan bombebaran kir û gelek gundî qetil kir, şeva çarşemê jî li hemberî gundê Robozkî yê navçeya Qilabana Şirnexê êrişeke hewayî li dar xist, di encamê de gelek jê zarok 35 kes qetil kir. Çapemeniya Tirk a di bin çavdêriya AKP’ê de dîsa bê deng ma, cîhanê nûçeyê ji çapemeniya Kurdan bihîst. Roja çarşemê piştî civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirk (MGK) balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Roboskî yê Qilabanê bombebaran kirin. Herî kêm 35 kes hatin kuştin. Piştî komkujiyê tenê termên parçebûyî û şewitî li wê derê man. Li gorî agahiyên tenê sê ciwan jê felitîne.

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu