Li ser serê min yê çiyayî
Kom bûne qijikên barbar
Bi nikilên kufrî
Mejîyê min talan dikin
Ji êşê kevirên sebrê bişkivîn li beyaran
Ji bo ku dîsa bikujin mirî rakirin ji goristanan
Ezman qesîdeyeka qesas xwendd
Artêşa êşan govend gerand
Li ser dika dilê welatî
Barana xwelîyê barîya li zevîyên dahatûyê
Tarîyê gura meytê zemên
û eyarê wî bi zilmê dagirt
Fermana biharê rabû
Keskesora ku me ji xwe re kiribû ala azadîyê
Qewirandin ji ezmanê welatê me
Dilê keçikeka evîndar derxistin û ricimandin
Bi kevirên pîroz
Çawa derket ser jê kirin
Roja ku her sibe me bi destê wê digirt
û dest bi jiyanê dikir
Çilapekên xwînê li kirasê spî yê hîvê ketine
Bayê ku baskên xwe li şibakeyên me dixe
Nifiran li me dike
Piştî ku ji şîr vedibin
êşê dimêjin ji pêsîra jiyanê
Zarokên vî welatê
Gur lê tê gurandin
Gul tên gullekirin
û çi daketibe ji keştîya nebî Nûhî
Bi tundî tê tunekirin
Evdal Baqî
Kayıt Tarihi : 11.5.2025 04:22:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!