Qewimî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qewimî

Ev çi hal me qevîmî
Dil bîrîne çav tevizî
Ev rewşê reng reşe
Dil,jiyan,roj meliqî

Ev ne hal lo ne tişte
Neyaré gel jî faşîste
Him roja,him şevan
Ser warê me dimeşe

Roj tune me tarî be
Ax ên dûz jî gelî be
Qeda bela neyaran
Ser axa me genî be

Em gelê gel ê bindest
Dil qîjî dil jî bû west
Ez qurbana şoreşan
Ser xet heta bin xet

Ev çi gel me qewimî
Xewa me tev herîmî
Tank topên neyaran
Hat lo ser war qelîbî

Em qîryan û qujîyan
Lo heliyan lo kelîyan
Pét én şewata ser me
Goşt,can me kewîyan

Gel namire em jiyan
Em gulé hemû gîyan
Jin,méra hev şéwirîn
Bé welatî nabe jiyan

Hezar sal me buhurî
Berva évar me zuhrî
Îsa,Musa,Muhamed
Dil hinav ê me kizirî

Komgujé me dewlet
Ziman gel ne serbest
Cerdên Tirka ser me
Axa me jî bû bindest

Ev çîye li me qewimî
Rom jî hat me qelîbî
Agire,şewat me barî
Dilé kewîya can qelî

Gelê me nebe binde
Bindestî tole,qunde
Li rabin û de rabin
Welatê me pir rinde

Ax rinde welat rinde
Derdorê wî jî gunde
Ez qurbana gelê me
Jin,mêr hevre zînde

Hezar sale me şewat
Botan,Riha û Serhat
Em nartisin li kesan
Em nadin ax ê welat

Qira reşe gel qewimî
Dest,milê gel qerîmî
Êdî rabin gelé kurda
Kurdîstan xwîn xemlî


16.01.2004.
İSTANBUL

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.12.2007 21:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu