Qet û qeta jiyana min Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Qet û qeta jiyana min

Kürtçe şiir
Ax dil canê tu ziravî
Ruwê kenî wekî tavî
Reşê qîre herdu çavî
Qet û qeta jiyana min

Ax dildarê dil bi te ye
Karekî vî dilêm heye
Ew jî evîna li te ye
Qet û qeta jiyana min

Ax mêgizê ez nêrgizim
Mala dilê te ez dizim
Pera li min bike nizim
Qet û qeta jiyana min

Ax dildarê ba te dahla
Benda te ma mih û sala
Dilê pepuk îdî kala
Qet û qeta jiyana min

Ax dildarê keçê dînê
Wer ji wada wer evînê
Êş girana Jîn nabînê
Qet û qeta jiyana min

Ax dildarê çav girtîxan
Ez girtîyê wa mujgulan
Mal û debar bûne wêran
Qet û qeta jiyana min

Ax dildarê kezî kurê
Wekî leyîstika birê
Di leyîzê mi di bîrê
Qet û qeta jiyana min
🌹🌹Zandar Amarî

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 18.12.2018 23:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari