QET
Qet
Welatê te hatiye parçekirin Qet
Rêberê te hatiye sêdarkirin
Qet
Qewmê te ji bo bişaftinkirinê hatiye mişextkirin
Qet
Ola te hatiye guherandin
Qet
Pêxemberekî din bi te dane pejirandin
Qet
Zimanê te bi te dane jibîrkirin
Qet
Ji bo lêgerîna nasnama xwe te avêtine binê zindana
Qet
Bi destê împeratoriya hatî qirkirin Qet
Hevalê te ê sexte çêbûne Qet
Te îxanet li qewmê xwe kiriye Qet
Tu hatî wendakirin
Qet
Tu hatî kuştin
Qet
Navê te hatiye qedexekirin
Qet
30
Tu li qedera xwe razî hatî
Qet
Te xwe ji kemînan xelas kiriye
Qet
Tu giriyayî
Qet
Te gotiye “Êdî Bes e”! Qet
Te gotiye an azadî an azadî
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:21:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!