Qesîda Qedexe Şiiri - Rênas Jiyan 2

Rênas Jiyan 2
9

ŞİİR


22

TAKİPÇİ

Qesîda Qedexe

Qesîda Qedexe

(...)

şeytan şehîd ketiye
poem pelixî ye
di bin simên hespên pêxwas de
pêtal di peritin di tariyê de
rajena min erdhêj hildavê
teqez terikandinek li pey e
giliyên xwe li gulleyan dikim
diya diyalogan delalê
wext e

keserên xwe yên te kesidandiye bibêje
penguen li peravan baskvekirî
duayên avê li ser min dixwînin
ji micewherên mihacir gora beranan ava dikin
yara li ser pûrta sînga min diçêriya
sûsika nazenîn,
êdî deyne kokteyla xwe ya kulîlkan
wext e
ji berxikên berdûş re
qesîdeyeke qedexe,
ji piyanoyên miqedes lêdikeve
hemû ba bimbekirî ne
balinde kespik in bi eniya bilûran ve
û her ku navê hestê keser be,
şûrê me, jê re serberjêr e
wext e
keserên xwe yên te kesidandine bibêje...

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan 2
Kayıt Tarihi : 30.7.2010 22:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Jînger Colemêrg
    Jînger Colemêrg

    teva helbestén te jî hestén dılqedîm diweşin.dilé te berfereh be;destén te béjan be..

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Rênas Jiyan 2