Qêrîna Wîjdan Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Qêrîna Wîjdan

êşa berbangan bi nefsçûkiya giyan silav dikim di diltengiya rojên bêdeng de diponijim helbesta xwe ji gewriya şevistanan dişeqînim masiyên çemên mirî li berwarên awiran derbas dibin li diyarên windayî rêwiyê riya bêveger im baranên dilê xeyidî li demsalên bêreng dibarin keştiya bîranînên ciwaniyê di okyanûsên bêbinî de asê ma şahî li dîwarê keseran hate mixkirin zîroyên demê rayên darbesta min dimijin beden di xewnereşkan de dilerize serê xwe li ber qedera derbeder diçemînim ez ne kêm ne jî zêde me ne dîn ne jî aqilmend im jana giraveke jibîrbûyî me di tenêtiya wêran de hatim dorpêçkirin qêrînên wijdana min rast û durist in têgihiştin û dilpakî di teraziya hest û mantiqê de hate xapandin arzûyên sêwî li kendalên hêviyê ketine xewa bi nalenal rûyê xirabiyê bi agirê dojehê dişom ji parzûna çaxên gemar qenciyê dipalînim dayika min di malzaroka xwe de giloka êş û xeman dihewîne kul û birînan bi melhema cejna Laliş dikewînin Xizan Şîlan 2011-11-01 Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 1.3.2012 01:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Xizan Şîlan