Qemerê Delala Min Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Qemerê Delala Min

Keçê reşa min wan qiştên xwe berde
Ser rûyê qemer wan dêmê girover de
Ez qurbana wan birh te ê reş û xweş
Gula şaxê min,bihara min te ve şêne

Lêlê lê keçê reşê û delalîya dilê min
Tu peyv hingiva min,devbikena min
Eman bila şaxên vê dilê min neşkên
Keça min tu gula ser çiqilê dilê minî

Keçê reşê Şînda min,kezî rinda min
Lê lê dayikê ez heyranê tu keça min
Hey lê lê lê lê keça Kurdan tu Şînda
Tu kulîlka zozanan bilbilê baxê min

Reşê tu gul û rihan,lîlozên,ber çeman
Tu şahbanûya dilê min û qîza merdan
De were û were berxa koza min were
Keça min were hêvîya te bendî te me

Reşê dilê min,keçê deng zengila min
Erê berîvana min,erê bejn zirava min
Îro jî dilê min te daxwaze de zû were
Reşa min xû şêrinî lê bejn tenika min

Reşê tu xwendevan,zana û wênevan
Tu jin û kedkar tu şoreşvan û şervan
Pênûsê xwe kaşke welatekî rind çike
Bin de binivîse bêje:diyarê Kurdistan.

27.01.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 29.1.2010 14:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

TÜM YORUMLAR (3)

Mehmet Çobanoğlu