Warê hinar, sêvane gulan jî naweşîne
Qaqizman'a gelene bax, baxçê wî hêşîne
Hêdî, hêdî berf helîya, zivistan jî qet bû çû
Adanîya axê ye, gundî zad direşîne
Her dilan de evîne, war wî de qeysîne
Qaqizman xweş navçe ye, Çemê Erez jî şîne
Axa bav, kalan xweşe, wek mîna şîr, hingive
Neçin welatê xelqê, xerîbî dil dêşîne
Şivan bilûrê dixe, mêrgan de pez diçêrin
Qaqizman pir rengîne, nav dilan de veşêrin
Her gavan, şivanên wî, her cotkar, perxvanên wî
Her xort û her keçên wî, hemû leheng û şêrin
Guhnedin kesê xiniz, welatê me jiyane
Qaqizman tim hebûne, zîndîyan re giyane
Kevir, zinar, axa wî, ji gelan re xelate
Wîtînî ya çûkane, kalîna berx, mîyane
Devera me Serhede, berfire û bilinde
Qaqizman efsane ye, pir xweşike û rinde
Him geşe him ronhî ye, her kuncên wî jî bihuşte
Hebûne û şabûne, jîyane û tim zinde
Mehmet Çobanoglu
04.12.2020
Stanbol
Kayıt Tarihi : 5.12.2020 19:25:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!