Çiya lê bilndin, xwe jî pir şirîne
Li ser axa wî de sêvin û tirîne
Bi xizanîya gelan jî hê kêm nebû
Gelan re caran keser, caran girîne
Qaqizman di navberî çiyan de ye
Qefa wî gul, sosin bi bax û baxçe ye
Qaqizman bo gelan war û niştimane
Di nav hes, di nav kezeba me de ma ye
Ax li ser Qaqizman’ê caran dûmane
Lê kalîna pezan ewtîna kuçikane
Ne bextreşî ne jî bêhestî ya me ye
Caran ji zûrîna wawîkan, gurane
Qaqizman li navberê newalan de ye
Bi şevan û rojan bêrî ya me de ye
Xwezî dinê de xerîbî tunebîya
Rastî, ji bo welat sebra me nemaye
Qaqizman kipkeske bi her dem ewrenge
Ji Kurdîstan ê re wek kevrê mehenge
War û wargehê hemû bav û kalane
Bi tim gulan û sosinan rengarenge
Mehmet Çobanoglu
10.09.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 11.9.2017 01:27:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/09/11/qaqizmana-kipkesk.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!