Her cîh bax û baxçe ye
Qaqizman xweş navçe ye
Erez nav de dikişe
Pir jî perçe perçe ye
Ji hatina biharê
Sibe, nirvo, êvarê
Gul, sosin hêşîn dibin
Ji Şewanê û Xar’ê
Qaqizman nebeyar e
Pir geş e xweş diyare
Hemû fêkî yên wî jî
Mîna xêlîya yar e
Qaqizman şênahî ye
Rengîn e, ronahî ye
Şewq û şemal tê xuya
Mîna heyv û rojê ye
Qaqizman tim gehwer e
Ber bi jor û berwar e
Nav de darên sêvan e
Tê de dengê kewan e
10.12.2014
Stanbol
Kayıt Tarihi : 10.11.2014 13:36:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!