Ev der Qaqizman’e, xweş bajare 
Di nav de bilind dibe çar minare 
Ev bajar wargehê gul, kulîlkane 
Tu dibêjî dilan de sed hezare 
Ev der Qaqizman’e, ez tim lê bûyam 
Gava ku ez vê bajarê qetîyam
Bi caran girîyam, caran kesirîm 
Min de hal min de rewş nema westîyam 
Ev der Qaqizman’e, warê sêvane 
Gul, sosinê wî gelan re demane 
Salane hesreta vî bajarê me
Di baxên wî de dengê bilbilane 
Evder Qaqizman’e, xemla bûkane 
Di nav de sûke, sûkê de dikane 
Ez bimirim, dema berf û baranê
Bi zivistanê lê mije, dûmane 
Evder Qaqizman’e, her tim navdare 
Lê newal û çem, lê devî û dare 
Ax xwezî qet xerîbî tunebûya 
Salane xerîbî  min re pir sare 
Mehmet Çobanoglu
06.11.2017
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.11.2017 18:58:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!