Qaqizman Wek Heyva Şevanî

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qaqizman Wek Heyva Şevanî

Qaqizman'a bêhempa pir şirînî
Nav dilan de tim hêvî tim evînî
Dem bû havîn, tu bi gulan xemlî
Tu me şewqî tu me heyva şevanî

Navçe ya me, wek gulên çiqilanî
Li nav te de kend û gelî, çavkan î
Can Qaqizman newal ên te pir kûr in
Derdorên te bax û bostan û banî

Legleg hatin bi hezaran bi sedan
Qaqizman'ê çiqilan jî gul vedan
Vîte vîta çivîkan ket nav şaxan
Keçikan jî ser polandan por berdan

Qaqizman gul-gulîstan! Qers hênik e
Rengê gulan mîna şîrê qanok e
Dem bû havîn, mal barkirin çûn zozanan
Şara ser ê keçikan jî tenik e

Qaqizman jî hêja yê jiyanê ye
Rastî ev dilê min benda canê ye
Dil daxweze ez derkevim zozanan
Keça qemer qîza meta Xanê ye

Mehmet Çobanoglu
11.04.2024
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.4.2024 21:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!