Çi digirî çi dilorî keça min
Ew jî tê ew jî diçe dilê min
Şev dirijin wax roj me tarî 
Negirî tu nelorîne lela  min
Dem ne deme ax dumane
Can bimirim welat wêrane
Çi digirî û çi dilorî dilê min
Wax dîsa oy dil me dinale
Negirî keça min û nelorîne
Li dilê min û dil te jî qêrîne
Keça Qaqizmana birîndar
Oy dîsa bilbilên gulan şîne
Rebana min war dumane
Dil birîne malanda şîvane
Şev dirijin wax roj me tarî
Wax heval egît jî birîndare
Negirî lawo can keça min
Hewal hogir li hev şêwirin
Li jor heta axa me ya jêrîn
Emê azad bikin canê min
Çi digirî çi dilorî keça min
Rabe ez qurban canê min
Ew der Qaqizman'a reben
Welat xweş Kuristana min 
                                  
                                          03.10.2007
                                               Yıldırım /İST
Kayıt Tarihi : 16.11.2007 20:56:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!