Eşqa dilê min
Kevnarîya salan e.
Birçîbûna min
Qîra Kerkukê ye.
Xasîbûn û tazîbûna min
Deşta Heranê ye.
Tîbûna min
Berfa Çîyayê Sîpanê ye.
Lê tirsa pişta te çî ye
Potîna reş.
Belê
Potîna reş
Ez dizanim
Tirsa pişta te çî ye.
Ev cerm reşîya te
Dîl reşîya bav û kalê te ye.
Ev cerm gewrîya te jî
Xuna bav û kalê min e.
Tu dizanî,
Mîrê mîran
Qadi Mihemed,
Pîrê pîran
Seyît Riza,
Pêşmergeyê kal
Şêx Seyît,
Li ber dara
Bêşitil
Ji bo min
Çi digotin?
“Kurdîstan
Darek şitil mezin e,
Dabeş dibe
Lê qet hişk nabe.
Me mirina xwe
Ji bo
Kurdê
Bi namus û şeref
Kir dol û dev
Dawet ji bo wan e.”
Kayıt Tarihi : 6.5.2008 15:39:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Remzi Çakın](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/05/06/potina-res.jpg)
Bêdawî nifir ji potînreşan re..
TÜM YORUMLAR (1)